Kurmancî
English
Türkçe
العربية
سۆرانی
Piştî nirxandineke bi baldarî, me dît ku piştgiriya lezgîn ya ji bo pêdiviyên bingehîn giringtir e. Spas ku we dengê me bihîst û bersiv da me.
Bangewaziya Vekirî
Ji bo Hunermend, Kollektîf û Komeleyan
Saziya Hunerê ya hemdem a Berlînê “Neuer Berliner Kunstverein” (n.b.k) û Saziya nû ASA (Ajansa Wargeha Xweser) bi hev re, ji kesan, kollektîfan û komeleyan peşniyazên projeyan dixwazin. Ev bangawazî, ji bo kesên ku azadiya xwe-îfadekirinê diparêzin, dikarin biryarên çareseriyên hevpar bidin û dixwazin naverokek serbixwe avabikin û wan pêşde bibin re vekirî ye. Armanca bangawaziyê li cihên ku pêdivî bi wargehên xweser heye, an jî wargehên xweser lê hatine tehrîpkirin de wan tahayul bikin, biafirînin û bidomînin.
Bêyî ku em bikevin rewşa tenê xwe-taybet û esas dîtinê, em li herêma Mezopotamyayê ya firehtir, ya ku îlhama xwe ji çeşitdariya Dîcle û Firatê digre, dinihêrin. Em piştgirî didin pêşniyazên ku li ser warên hemû mirov bikaribin jê sûd wergirin biafirînin – hevpariyên herêmekî ku ji aliyê pirdengiya mirov, ziman û çandan hatiye terîf kirin.
Bangawazî, bi taybetî ji bo hunermend û kollektîfên ku li jêr hatiye rêzkirin e :
bi taybetî ji wê erdnîgariyê ne
niha li wir dijîn
Ji ber pêkutiyên niha nikarin an jî naxwazin li wir bin
pratîka wan bi dîrok, gel û zimanê herêmêve ji nêz ve girêdayî ye
Bi zanebûn, dixwazin li vê konteksta dewlemend pêşvebirinek çêkin.
Ji serlêderan tê xwestin ku ew hewcedarî, eleqe û teşeya pêşniyazên xwe û bi cih anîna wan a li gor polîtîka, acîlîyet û aboriya serdema me, îzah bikin. Pêşniyazên projeyan bi awayekî berfireh dikarin xwediyê naverokek hunerî bin. Proje dikarin derheqê azadî, aşitî, pirsgirêka mulkiyetê, tekoşîn an jî hevaltî, evîn, şîn, stran, baxçe an jî enqazan de bin. Ji xeynî fikr û tahayyulên hunerî û fîzîbîlîteya projeyê, di dema biryargirtina juriyê de, dê pêdiviyên acîl faktorên grîng bin.
Her yek 3000 Euro, tevhev 15 proje dê werin pejirandin. Ji bo serîlêdanê tu şert û merc nayê xwestin. Serlêder, di vê pêvajoyê de dikarin bi me re têkilî deynin û pevguhaziya xwe bidomînin. Serîlêdan, bi zimanên Tirkî, Erebî, Kurmancî, Soranî û Îngîlîzî tên qebûl kirin.
Ji kerema xwe re serîlêdanên xwe heya 31ê Tebaxê 2017an ji admission@nbk.org re bişînin. Formata serîlêdana; Dokumanên metnê divê di formata (doc, odt) an jî PDF de û herî zêde 10 MB be. Juriyek navneteweyî di nîveka Cotmeha 2017an de dê projeyan binirxîne û kî dê jê sûd wergre diyar bike.
Ev hîbe, divê tenê carek, weke tedbîrek acîl bê famkirin û rapora aktîvîteyên ku hatine kirin nepêwîst e. Ên ku mafê piştgiriyê bidest bixin û n.b.k. dê bihevre li rêya herî çêtir a transfera alîkariya maddî bigerin.
Şirîk
Neuer Berliner Kunstverein (n.b.k.) cihê hilberandina hunera hemdem û axaftinê/dîskurê ye. Di sala 1969an de bi armanca ji gel girseyên firehtir re pêşkeşkirina hunerên bedew ên hemdem bike û heman gelî bi awayekî aktîf beşdarê pêvajoya çandî bike hatiye damezirandin. N.b.k. û şirîkên wê dixwazin pêşveçûnên hunerî yên rojane teşvîk bikin û grîngiya civakiya hunera rojane derxin pêş. N.b.k. xwe weke platformeke ji bo sahneya hunera pircure ya li Berlînê binav dike. Neuer Berliner Kunstverein (n.b.k.) ji aliyê LOTTO-Stiftung ve tê fînansekirin.